Hîn çarenivîsa 14 endamên ENKSê di zindanên PYDê ne diyar e

Hîn çarenivîsa 14 endamên ENKSê di zindanên PYDê ne diyar e

Ji meha Adara bûrî ve, çekdarên PYDê dest bi helmeteke mezin a revandinê li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê kir, û ta niha çarenivîsa 14 siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ne diyar e.

Di 29ê Adarê de, çekdarên PYDê Rojnamevan Rakan Ehmed (endamê encûmena Şaxî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê) li bajarokê Girkê Legê yê bi ser Dêrikê ve revand.

Meha Nîsanê
Di 1ê Nîsanê de, Çalakvan Merwan Liyanî (endamê encûmena xwecihî ya Girkê Legê ya ENKSê) li Girkê Legê hat revandin.

Di 1ê Nîsanê de, Hesam Dorsin (endamê komîteya herêmî ya Partiya Gel ya Kurdistanî - Sûriya) li Dêrikê hat revandin.

Di 2ê Nîsanê de, Rojnamevan Ehmed Sofî (endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê) li Dêrikê hat revandin.

Di 21ê Nîsanê de, Nasir Jaro (endamê koma Xunav ya Foloklorî ya ser bi Partiya Yekîtî ya Kurdistan - Sûriyê ve) li Amûdê hat revandin.

Meha Gulanê
Di 9ê Gulanê de, çekdarên PYDê 3 endamên koma Xunav ya Foliklorî ya ser bi Partiya Yekîtî ya Kurdistan - Sûriyê ve li Amûdê revandin, ew jî her yek ji Mejdal Deham Hac Qasim (endamê komîteya herêmî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistan - Sûriyê û berpirsê koma Xunav ya Foloklorî ye), Salih Hemîd Bekarî (endamê koma Xunav ya Foliklorî ya ser bi Partiya Yekîtî ya Kurdistan - Sûriyê ve) û Seîd Kawa Gunreş (endamê koma Xunav ya Foliklorî ya ser bi Partiya Yekîtî ya Kurdistan - Sûriyê ve) revandin.

Meha Hezîranê
Di 6ê Hezîranê de, Ebdulrehman Şengê (endamê encûmena Herêmî ya PDK-Sê ji gundê Tepkê yê gundewarê Dêrikê hate revandin.

Di 9ê Hezîranê de, Ehmed Remo (endamê encûmena xwecehî ya PDK-Sê) li gundê Gir ziyaret û birayê wî Elî Remo (Serbixwe) li bajarokê Girkê Legê hatin revandin.

Di 9ê Hezîranê de, Xalid Mîro (endamê encûmena Şaxî ya PDK-Sê) li Dêrik, Fewaz Bengo (serkirdeyê Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurdistanê) li Amûdê û Bêrîvan Ismaîl (Ragihandkara ENKSê) li Amûdê hatin revandin.

Di 10ê Hezîranê de, çekdarên PYDê Mihemed Tehlo (endamê encûmena xwecehî ya PDK-Sê) li Girkê Legê revand.

Ji kesên ku hatine revandin bi tenê Seîd Kawa Gunreş serbest hate berdan.

Ji aliyê xwe ve, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kiryarên PYDê şermezar kirin û daxwaza serbestberdana bilez ji revandiyan re kir.

Û tekez kir ku armanca PYDê ji revandina çalakvanên siyasî û rojnamevanan li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê tirsandina xelkê ye.