Ahingên berfireh.. PDK-Sê salvegera xwe ya 67emîn bi bîr tîne

Ahingên berfireh.. PDK-Sê salvegera xwe ya 67emîn bi bîr tîne

Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-S) bi bûneya 67emîn salvegera damezrandina partiyê, li Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê ahingne berfireh li dar xist.

Rojavayê Kurdistanê
Rêxistinên PDK-Sê li bajarê Dêrikê û derdora wê roja Înê 14ê Hezîrana 2024an, salvegera damezrandinê li baregeha partiyê li bajarê Dêrikê li dar xistin.

Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê roja Înê 14ê Hezîrana 2024an, salvegera damezrandinê li xwaringeha Ebû Elnûr ya li gola Meydankê li dar xist.

Herweha, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) roja Înê 14ê Hezîrana 2024an, salvegera damezrandinê li baregeha PDK-Sê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Herêma Kurdistanê
Rêxistinên Hewler û derdora Hewlerê yên PDK-Sê roja Înê 14 Hezîrana 2024an, salvegera damezrandinê li hola Mîdya li bajarê Hewlêrê li dar xistin.

Rêxistinên PDK-Sê li parêzgeha Dihokê roja Înê 14ê Hezîrana 2024an, salvegera damezrandinê li ber baregehe partiyê li Domîz li dar xistin.

Rêxistinên PDK-Sê li kampên penaberên Kurd ên Sûrî li Herêma Kurdistanê salvegera damezrandinê li dar xistin:

- Kampa Kewrgoskê: Rêxistina Kewrgoskê ya PDK-Sê bi bûneya 67emîn salvegera damezrandina partiyê roja Înê 14ê Hezîrana 2024an li hola Roj ya li Kampê li dar xist.

- Kampa Basirma: Rêxistina Basirma ya PDK-Sê bi bûneya 67emîn salvegera damezrandina partiyê Înê 13ê Hezîrana 2024an li navenda Tîrêj li kampa Basirma li dar xist.

- Kampa Gewîlan: Rêxistina Gewîlan ya PDK-Sê bi beşdariya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî - Rojava, di 13ê Hezîrana 2024an de salvegera damezrandinê li hola Konferansan li kampê li dar xist.

Bakurê Kurdistanê
Rêxistina Mêrdînê ya PDK-Sê simînerek bi bûneya 67emîn salvegera damezrandina partiyê li bajarê Mêrdînê li bakurê Kurdistanê li dar xist.

Ewropa
Rêxistina Holenda ya PDK-Sê îro Şemiyê, bi bûneya 67emîn salvegera damezrandina partiyê li bajarê Eindhoven ahingeke giştî li dar dixe.

Di roja 14 Hezîrana 1957an de, Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-S) li ser destê hejmarek rewşenbîrên Kurd li bajarê Helebê hate damezrandin û Dr. Nûredîn Zaza wekû yekem serokê wê hate hilbijartin.