Rûsiya: Bombebarankirina Idlibê bi hemahengî li gel Tirkiyê wê berdewam be

Rûsiya: Bombebarankirina  Idlibê bi hemahengî li gel Tirkiyê wê berdewam be

PDK-S: Cîgrê wezîrê derve yê Rûsiya dibêje , Rûsiya wê di armanckirina bajarê Idlibê de berdewam be ewjî bi hemahengî li gel welatê Tirkiyê .

Sêgrî Fîrşînîn cîgrê wezîrê derve yê Rûsiya ji ajansa Tas ya Rûsî re ragehand, ku ev kiryarên ku rêjîma Esed û Rûsiya li ser bakurê Sûriyê encam didin karvedaneke li himber êrîşên terorîstan, û got ku welatê wî wê di bombebarankirina bajarê Idlibê û gundewarê wê de bi hemahengî li gel welatê Tirkiyê dê berdewambe .

Hikûmeta Tirkiyê jî ta niha tu daxuyanî derbarî rewşa Idlibê raneghandiye û nejî helwêst diyarkiriye .