Domîz.. Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya pêşwaziya şandeke Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistan – Sûriya kir
PDK-S: Roja Çarşemê 06.03.2024, Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li ofîsa xwe ya li Domîzê pêşwaziya şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê kir.
Şande ji aliyê Endamê Mekteba Siyasî û berpirsê Rêxistina Domîz a Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Hacî Kalo, Endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê Mihemed Elî Ibrahîm û Hiyam Ebdulrehman ve hat pêşwazîkirin.
Şanda Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya bi serokatiya endamê desteya siyasî Nezam Bavê Dilo bû.
Her du alî behsa pêşhatên dawî yên siyasî li ser asta navdewletî û rewşa Kurdistanê ya di qonaxa niha de û rewşa penaberên li kampan di warên cuda cuda yên civakî, perwerdeyî, xizmetguzarî û tendirustiyê de hatin gotûbêjkirin.