Opozisyona Sûriyê daxwaza rawestandina şer li Idlibê ji Turkiyê dike
PDK-S: Serokê desteya danûstandkara Sûriyê daxwaza destwerdanê Tirkiyê dike ji bo rawestandina şer li Idilbê .
Di kongirekî rojnemevanî de Nesir Elherîrî serokê desteya danûstandkara Sûriyê ragehand, ku welatê Tirkiyê hemû hewlên xwe dike ji bo rawestandina êrîşên rêjîma Esed û Rûsiya li ser deverên li bakurê Sûriyê bi taybetî bajarê Idilbê û gundewarê wê .
Herweha Elherîrî daxwaz ji Tirkiyê kir, ku fişarên tund û hêzê li dijî rêjîma Esed bikarbîne da ku di zûtirîn dem de operasyona leşkerî ya rêjîma Esed li ser deverên li bakurê Sûriyê were rawestandin .
Ji despîka Nîsana bûrî ve û ta niha hêzên rêjîmê û Rûsiya di armanckirina deverên li bakurê Sûriyê bi taybetî gundewarê Idilbê û Hemayê de berdewame, ku di encama wan êrîşan de kuştî û birîndar dikevin .