NY hişyariya karesateke mirovî li Idlib dide

NY hişyariya karesateke mirovî li Idlib dide

PDK-S: Serokê lêjneya vekolînan ya ser bi Netewên Yekgirtî ve hoşdariya encamdana karesateke mirovî li Idilbê da , ji ber ku şer berev navenda bajar ve diçe .

Pawlo Bînîro serokê lêjneya vekolînan ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, ku karê wê taybete bi Sûriyê di kongreyekî rojnemevanî de ragehand, ku di heyama heftiyekê de 150 hezar kes ji Idilbê derbider bûne .

Weke ku Bînîro dibêje ev pêla derbederbûnê derencama êrîşên balefrên şer yên rêjîma Esed û Rûsiya ye .