Ekar û Şiwîgo rewşa Idlibê gotûbêj kirin
PDK-S: Derbarê rewşa bajarê Idilbê wezîrê berevaniya Tirkiyê li gel hevşanê xwe yê Rûsî peywendiyek telîfonî encam dan û dawîn pêşhateyên Idilbê giftûgokirin .
Her li gorî daxuyaniya wezareta berevaniya Tirkiyê, ku roja Sêşemê Xelûsî Ekar wezîrê berevaniya Tirkiyê û Sêrgî Şoygo wezîrê berevaniya Rûsiya di rêya peywendiyeke telîfonî de pêşhateyên herî dawiyê derbarî Idilbê û gundewarên wê gotubêjkirin .
Wezareta berevaniya Tirkiyê eşker kir, ku herdû wezîr di wê peywendiyê de behsa standina tedabîrên pêwîst derbarî devera kêmkirina astê şer li Idilbê û pirsên ewlehî di çarçoveya rêkeftina Soçî de ya ku navbera Tirkiyê û Rsûiyê de hatiye Imzekirin hatin kirin .