Qamişlo..Zarokek di Ava Sêgirka de xeniqî

Qamişlo..Zarokek di Ava Sêgirka de xeniqî

PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê zarokekî di encama binavbûnê de jiyana xwe ji destda .

Jêderên xwecehî ji bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdisttanê ji ARKê re ragehand, ku zarokê bi navê Ciwan Idrîs Hesen piştî wergirtina belgenameya xwe , bi mebesta melevaniyê berê xwe daye meqle'ên Sêgirka , û dema ku melevanî dikir , binavbû û di encamê de jiyana xwe ji destdaye .

Weke jêdera xwechî ji ARKê re daye zanîn, ku zarokê bi navê Ciwan Idrîs Hesen xelkê taxa Qenat Elsiwês ya bajarê Qamişlo ye .