PDK-S bi malbatên şehîdan re civiya

PDK-S bi malbatên şehîdan re civiya

PDK-S: Li ser daxwaza endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya diktur Ebdulhekîm Beşar hevdîtin li gel malbatên şehîdên leşkerê Roj hate kirin .

Duh 15. 05.2019, li ofîsa rêxistina Hewlêrê ya PDK-S, bi amadebûna her yek ji diktur Ebdulhekîm Beşar endamê polîtbîroya partya Ebdulhekîm , S'îd Umer berpirsê ofîsa peywendiyên niştîmanî ya PDK-S , Kerîm Mîranî endamê komîta navendî û berpirsê giştî yê dezgeha malbatên şehîdan li Herêma Kurdistanê û Neqîb Serhan Hesen endamê komîta navendî ya PDK-S bi malbatên şehîdan re civiyan .

Di civînê de behsa qehremanî û qurbanîdana malbatên şehîdan ji bo rizgarkirina xaka welêt ji terorîst û dagîrkeran û soza piştevaniya malbatên şehîdan û çareserkirina rewş û kêşeyên wan hat kirin.