Emerîka welatiyên xwe li Lubnanê agehdar dike
PDK-S: Balyozxaneya Emrîka li Beyrûtê hoşdarî da welatiyên xwe ku agehdarê xwe bin .
Di daxuyaniyekê de balyozxaneya Emrîka li Beyrûta paytexta Lubnanê çend daxwazek ji welatiyên xwe yên li Lubnanê dimînin kir , ku hewl bidin bihtir agehdarê xwebin , berdewam pasportên wan bi wan re bin , û hewl bidin xwe nekine armanc .
Ev daxwaza balyozxaneya Emrîka di demekî de tê ku metirsiya Emrîka ji wê çendê heye mîlîsên Hizbelah yên Lubnanî, ku Îran piştevaniya wan dike kiryarên terorîstî encam bidin .