Li bajarê Idlibê û gundewarên wê hejmarek qurbanî ketin
PDK-S: Di encama bombebarankirina deverên li gundewarê Idilb û Hemayê de hejmarek kuştî û birîndar ketin .
Jêderên raghandinê eşkere kirin, ku balafirên şerker yên Rûsî hejmarek bajar û bajarok li başûrê gundewarê Idilbê bi çend operasiyonên esmanî bombebarankirin .
Heman jêderan diyarkirin, ku di encama wê bombebarankirinê de sê sivîl hatin kuştin û 3 kesên din birîndarbûn .
Heman jêderê da zanîn jî, ku dibistana Kefersicne li gundewarê Idlibê ji aliyê balafirên şerker yên Rûsî hate armanckirin û rûxandin .