Mihemed Elî: Her fişarek li ser Îranê wê bandorê li ser dewletên cîran jî bike

Mihemed Elî: Her fişarek li ser Îranê wê bandorê li ser dewletên cîran jî bike

PDK-S: Dengê dihola şer di navbera Îranê û Emerîka de bihêz tê , û tirs di dilê xelkê deverê û herêmên nîzîkî Îranê de derdekeve, şirovkarên siyasî dibêjên her metirsiyek û fişarek li ser Îranê wê pelê xwe bavêje dewlet , hêz û mîlîsayên girêdayî wê û hevalbendên wê.

Di çarçoveya şerê devkî û ragehandinî di navbera Waşinton û Tehranê de ji ber bernameya Etomî û destêwerdana Îranê di karûbarên dewletên herêmî de, endamê komîta siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya , Mihemed Elî, wiha got:" ji roxana rêjîma Sedam Hisên 2003 û heta wek îro çi dengek siyasî û leşkerî wisa nehatiye, lewma pêşbîna şerekê tê kirin, ku Emerîka bibe ser Îranê, ji ber rola Îranê ya xirab û destêwerdana wê di dewletên herêmî de, û her egera milmilaniyekê yan şerekê wê bandora wê li ser dewlet , hevalbend û hevpeymanê Îranê jî hebe.

Mihemed Elî herwisa got, dibe ku ev fişarek abûrî be li ser Îranê da ku hinek sazeş bike li ser rola xwe di herêmê de bike.

Endamê polîtbîroya Partî da zanîn , ji destpêka şoreşa Sûriyê ve Îran rolek xirab di Sûriyê de dîtiye û piştevan bûye ji rêjîma Esed re û şerê opozisyona Sûriyê bi dirêjahiya şerê Sûriyê kiriye, û yek ji dewletên berpirse diber gehiştina rewşa Sûriyê bo vê astê.

Mihemed Elî da zanîn, ku çi paşvegerek yan lawaz bûnek di helwêsta Îranê de wê hêza rêjîma Sûriyê lawaz bike û dê alîkar be di serkeftina çareseriya siyasî di rewşa Sûriyê de bi awayek giştî.