Termê penaberekî kurdê Sûriyê li kempa Gewêlan hat dîtin

Termê penaberekî  kurdê Sûriyê li kempa Gewêlan hat dîtin

PDK-S: Pnaberekî kurdê Sûriyê li kempa Gewêlan ya penaberên Sûriyê li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê beriya heftîyekê windabû, û roja Yekşemê 19.05.2019, termê wî hat dîtin.

Ciwanê bi navê Dilşad Xelîl Umer ,22 salî ye û penabere di kempa Gewêlan ya penaberên Sûriyê de , ji berya heftîyekê bê seroşon çû bû, roja(19.5.2019) termê wî li nêzîkî kempê hat dîtin.

Li gor jêderne ji kempê , termê Dilşad nêzîkî kempê hat dîtin û wê li kempê bi xakê were spartin , piştî pişknîna bizîşkî ji bo termê wî.