Desteya Tehrîr El şam Rêjîma Esed bi bikaranîna gaza Kilorê tometbar dike

Desteya Tehrîr El şam Rêjîma Esed  bi bikaranîna gaza Kilorê tometbar dike

PDK-S: Desteya Tehrîr Elşam tometa bikaranîna çekên qedexekirî arastî rêjîma Esed dike .

Li gorî alavên ragehandinê yên bi ser desteya Tehrîr Elşam ve belavkirine, ku roja Yekşemê 19. 05.2019, rêjîma Esed bi gaza kilorê êrîşî baregehên Tehrîr Elşam li bajarokê Elkebane li gundewarê parêzgeha Ladqiyê kir, û ta niha rêxistina berevaniya sivîlan tu agahî li ser wê yekê ne dane .

Gundê Elkebane yek ji gundên navçeya çiyayê Kurdane û ji ber cihê xwe yê bilind û nêzîkbûn ji bereyên aliyên cor bi cor, xwediyê giringiyeke istiratîciye.