Heyva Sor a Tirkî: 80% ji nexweşxaneyên li bakurê Sûriyê ji kar derketine

Heyva Sor a Tirkî: 80% ji nexweşxaneyên li bakurê Sûriyê ji kar derketine

PDK-S: Heyva sora Tirkî ragehand, ku ji ber berdewambûna şerûpevçûnan li Sûriyê sîstema tendirustiyê bi giştî li tevaya Sûriyê têkçûye, û bêhtirî 80% ji nexweşxaneyên li bakurê Sûriyê ji kar hatiye derketin .

Di dema vekirina nûrîngehên gerok li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê bi piştevaniya Kerîm Kîng serokê heyva sora Tirkî got, ku ji ber berdewambûna şerûpevçûnan li deverên cuda cuda li Sûriyê bêhtira navendên tendirustî û nexweşxane li Sûriyê têkçûne û bêhtira nexweşxaneyan ji kar derketiye .

herweha Kîng da zanîn, ku rojane ew nûrîngeh wê alîkariyan pêşkêşî nêzîkî 500 kesî bike .