Kongirêsa Emerîkî daxwaza dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê dike
PDK-S: Nêzîkî 400 endamên kongirêsa Emerîkî daxwazê ji serokê Emerîka dikin, ku destwerdanê bike û çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re bibîne .
Ji koma 530 endaman nêzîkî 400 kongirêsmanên Emerîkî nameyek pêşkêşî Donald Tramp serokê Emerîka kir , û têde daxwaz kir ku berdewamiyê bide rola Emerîka li Sûriyê.
Di nameya kongirêsmanan de hatiye, ku Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê rastî gefan tê , Emerîka jî wek her car bi rola xwe ya yekalîker radibe .
Herweha heman endaman daxwaz ji Tramp kir, ku rûbrûbûyê gefên ewlehiyê yên li dijî berjewendiya Emerîka û hevalbendên wê li Sûriyê bike, û fişarên zêde bixe ser Rûsiya , Îran û Hizbelaha Libnanî