Pintagona: Rêgirî li êrîşkirinê li ser Hêzên Emerîkî hate kirin
PDK-S: Pintagona Emerîkî dibêje, ku wan kariye rêgiriyê li egera êrîşê li ser hêzên xwe li Sûriyê û Îraqê bikin .
Patrîk Şanahan wezîrê berevaniya Emerîka bi wekalet ragehand, ku biryare şandina hêzên Emerîkî bo kendava Erebî biryareke erênî bû , ji ber rêgrî li egera êrîşa Îranê bo ser hêzên Emerîkî li Îraqê û Sûriyê hate kirin .
Herweha şanahan tekezkir, ku qonaxa niha hîna qonaxeke metirsîdare , û metirsiya ku Îran li ser deverê dirust dike di astekî gelek bilinde ye .