Berîtaniya li dijî Iranê piştevaniya Emerîka dike

Berîtaniya li dijî Iranê piştevaniya Emerîka dike

PDK-S: Wezîra berevaniya Berîtaniya eşkerekir, ku eger nakokî navbera Emerîka û Îranê de li kendava Erebî zêde bûn , Berîtaniya wê piştevaniya Emerîka û hevpeymanan bike .

Pinî Mordant wezîra berevaniya Berîtaniya ragehand, ku welatê wê derbarê nakokiyên Emerîka û Yekîtiya Ewropa li kendava Erebî hevbeşe , û Birîtaniya wê piştevaniya Emerîka bigre .

Herweha Mordant got, ku eger şer navbera Emerîka û Îran de dirust bibe , Berîtaniya bo alîkariya hevpeymanên xwe amadeye , û niha li kendava Erebî cihgir bûye .