Li gundewarê Hemayê kumkûjîyek hate encam dan

Li gundewarê Hemayê kumkûjîyek hate encam dan

PDK-S: Di encama bombebarankirina gundewarê Hemayê ji aliyê rêjîma Esed ve komkujiyek hate encamdan.

Çalavanên di nava bajarê Hemayê de ragehandin, ku roja Sêşemê derengî şevê balafirên şerker yên rêjîma Esed bi hejmarek mûşek bazara sereke li bajarê M're Eln'man li gundewarê Hemayê bombebaran kir .

Her li gorî heman jêderan ku di encama wê bombebaranê de bikêmawî 7 sivîl canê xwe ji dest dan û zêdetrî 10 kesên din bigranî birîndarbûn, ku ew birîndar ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ve ji bo nexweşxaneyan hatin veguheztin .