Cêfrî û Bin Selman rewşa Sûriyê gengeşe kirin
PDK-S: Şandiyê Emerîkî yê taybet ji bo Sûriyê û Cênşînê Erebista S'ûdiyê rewşa navçeyê bi giştî û ya Sûriyê bi taybetî gotûbêjkirin .
Ajansa Elanba ya S'ûdiyê ragehand, ku roja Pênşemê 23.05.2019, Cêmis Cêfrî şandiyê Emerîkî yê taybet ji bo Sûriyê gihişt Erbistana S'ûdiyê û li gel Mihemed Bin Selman Cênşînê Erebista S'ûdiyê civiya .
Her li gorî heman ajansê daye diyarkirin, ku di wê civînê de herdû aliyan behsa rewşa navçeyê bi giştî û dawîn pêşhateyên rewşa Sûriyê bi taybetî herweha hin mijarên din yên girêdayî bi hedû welatan ve giftûgokirin .