Seroka wezîrên Birîtaniyayê dest ji kar kişand

Seroka wezîrên Birîtaniyayê dest  ji kar kişand

PDK-S: Roja Înê 24.05.2019, serokwezîra Berîtaniya û seroka partiya parêzgarên Berîtaniya Tîrêza May , ragehand, ku wê 7ê meha bê de dest karê xwe ber de, ew jî li ser daxwaza partiya desthilatdar ya Berîtanya.

Tîrêza May, di kongirekî rojnamevanî de, da zanîn ku biryara wê ji ber wê yekê tê ku derfetê li pêşiya serokekî nû veke da ku rêyekî û çareyekê ji pirsa derketina Berîtanya ji Yekîtiya Ewropa re bibîne.

Herwiha May got niha her tişt eşkere bûye û ji bo berjewendiya Berîtaniya û xelkê Berîtaniya serokek nû cihê wê bigre û meseleya birîksit çareser bike.