ENKSê daxwiyaniyek li ser rewşa Efrînê bilav kir

	ENKSê daxwiyaniyek li ser rewşa Efrînê bilav kir

PDK-S: Emîndariya giştî ya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê , ENKSê, roja(27.5.2019), gotarek tund derbarê revandina welatiyek Efrînê û kuştina wî de belav kir.

Di dxuyaniya Emîndariya ENKSê de, hatiye, di çarçoveya berdewamiya tawan û kiryarên girûpên çekdar li Efrînê derheqê miletê kurd li herêma Efrînê û mal û mulkên wan encam didin, girûpek ji çekdaran roja (13.5.2019), derbarê revandna (3) welatiyên kurd ji Efrînê , ew jî (Şerîf Eldîn Sîdo , Reşîd Hemîd Xelîl û kurê wî yê zarok Mihemed Sîdo ) û daxwaza fidiyê li Hember azadkirina wan, û roja (22.5.2019) termê welatiyê bi navê Reşîd Xelîl piştî eşkenceyek tund hat dîtin û ev yek jî tiris li ser çarenivîsa herdu welatiyên din zêdetir kir.

ENKSê got, tawanên mîna vê tawanê zincîra tawanên li dijî mirovahiyê li ser destê girûpên çekdar li Efrînê û navçeya bi hesab dibin kontrola Tirkiyê û hejmona wê de ye , zêde dike , û tevî hemî bangewazî û hewara miletê kurd lê ne Tirkiyê û ne girûpên çekdar çi giringiyên dide van bangewaziyan û çi siza û mihasebe bi van girûpan re nayê kirin.

Encûmana Niştîmaniya Kurdî tawanên bi vî awayî bi tundî şermezar dike û daxwazê ji hevpeymaniya Niştîmanî ya hêzên şoreşê û Opozisyona Sûriyê dike, kiryarên wiha şermezar bike û destê xwe li ser van girûpan rake û kesên têkildarî van kiryaran siza bide, û herweha ENKSê daxwazê ji Netewên Yekgirtî û civaka Navdewletî û dewletên peywendîdar bi rewşa Sûriyê ve dike da ku çareyekê ji rewşa Efrînî re bibîn û van girûpên çekdar ji Efrînê derxîne û rêveberiya herêma Efrînê radestê xelkê Efrînê kurdên resen bikin .