PDK-Sê pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir

PDK-Sê pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir

PDK-S: Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê , pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî kir, bi boneya hilbijartina wî ji aliyê perlemana Kurdistanê ve weku serokê Herêma Kurdistanê.

Di birûska pîrozbahiya Polîtbîroya PDK-Sê wiha hatiye, polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya bi navê Partî û serkirdayetiya Partiyê û hemî endam û cemawerê Niştîman pewer germtirîn pîrizbahî li cenabê te dike bi boneya hilbjartina wek serokê Herêma Kurdistanê.

Herweha di birûska Partiyê de hatiye, hemî miletê kurd bi hilbijartina ji aliyê perlemana Herêma Kurdistanê ve keyfxweş bû, ji ber ku ew hilbjarde ji bo rêbaza Barzaniyê nemir e , rêbaza xebat û qorbanî danê û wefadariyê ye, yê ku hêjî mîna fakterê sereke yê xebata neteweya kurdî ji bo bidestveanîna mafên neteweyî kurdî û niştîmanî ye û peydakirina demokratiyê ji bo miletê kurdistanê ye.

Em wek Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya bi temamî di wê baweriyê de ne, ku hilbijartina cenabê we wek serokê Herêma Kurdistanê berdewamî bidestveanîna deskeftên mezine û parastina deskeftên ku cenabê serok Mesûd Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê ya bira ji bo miletê kurd û doza kurdî bidestveanîne û hiştî ku rêza miletê kurd û doza kurdî li çavê hemî dewletên cîhanê de were girtin.

Di dawiya birûska Partiyê de hatiye , em dubare ji dil û can pîrozbahî li cenabê te dikin, û piştevanên tene û tekeziyê li ser piştevaniya xwe ji bo te dikin û em di wê baweriyê de ne ku hûn wê serkirdayetiyeke hekîmane bikin û tişta ku xêr têde be ji bo miletê kurd û doza kurdî.

Herwisa em şanaziyê bi peywendî û têkiliya birayetî ya di navbera herdu partiyên me de dikin û her tu bimînî di xizmeta miletê me û doza me ya rewa de.

Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya

28/5/2019