YNKS pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir

YNKS pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir

PDK-S: Yekîtya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî li ser hilbjartinê weke serokê Herêma Kurdistanê kir.

Di nameyeke pîrozbahiyê de ku kopiyek jê gehiştiye ARKê Yekîtya Nivîskaran got "Em baş dizanin ku hêviyên gelê me bi we ve girêdayî ne û bê guman hûn bi qasî vê berpirsiyaretiyê ne".

Di nameya xwe de Yekîtya Nvîskaran pîrozbahiya xwe arasteyî gelê kurd li hemû Kurdistanê kir û hêviya xwe bi azadî û cêgîrî û geşepêdanê nîşan da.