Almanya: Ji bo avakirina Navçeya Aram li RÇF amade ne

Almanya: Ji bo avakirina Navçeya Aram li RÇF amade ne

PDK-S: Almanya amadebûna xwe ji bo beşdarîkirin di dirustkirina navçeya aram li rojavayê Kurdistanê nîşan da.

Medya Almanya belav kiriye, bi awayek fermî Berlînê bersiva Washingtonê derbarê beşdarîkirin di dirustkirina navçeya aram li bakurê Sûriyê da ye û ji bo vê mebestê jî, mayîna xwe di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de dirêj kir.

Li gorî çavkaniyan, Almanya pêşniyara dirêjkirina erkên xwe di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê ji bo Washingtonê kiriye, ku ji firokeyên çavdêriyê û dabînkirina sûtemeniyê ji bo firokeyan li asmanê bakurê Sûriyê pêkhatiye.

Di konferansa Munchen a ji bo asayişê de, Amerîka bi fermî daxwaz ji Hevpemanên xwe yên Ewrûpî kiribû, beşdariyê di avakirina navçeya aram li Bakurê Sûriyê bikin, û Almanya yekem welat dibe, ku bi awayekî fermî bersiva daxwazên Amerîka bide.