Rûsya û Tirkiyê rawestandina şer li Idlibê gotûbêj dikin
PDK-S: Serokê erkana artêşa Rûsya , û serokê erkana artêşa Tirkiyê rawestandina şer li Idilbê gotûbêjkirin .
Di daxuyaniyekê de wezareta berevaniya Rûsiya ragehand , ku Falêrî Girasîmof serokê erkana artêşa Rûsya peywendyeke telefûnî li gel Yaşar Goler serokê erkana artêşa Tirkiya rawestandina şer li Idilbê gotûbêjkirin daku aramî li navçeyê belav bibe .
Rûsya pêştir ragehandibû ku rawestandina şer li Idilbê , û rêgirîkirin li êrîşên girûpên çekdar li ser bingehên Rûsî ji Tirkiya tê xwestin .