Rohanî: Bi merc Îran amadeye li gel Emerîka giftûgoyê bike

Rohanî:  Bi merc Îran amadeye li gel Emerîka giftûgoyê bike

PDK-S: Serokê komara Îranê dibêje eger welatê Emerîka rêzê li yasa Navdewletî bigre ew amadene giftûgoyê li gel wan bikin .

Malpera Fars ya Îranî eşkere kir, ku Hesen Rûhanî serokê komara Îranê di dawîn lêdwana xwe de raghandiye, ku eger Waşintun rêzê li yasaya Navdewletî bigre û gefa encamdana êrîşeke leşkerî li ser Îranê rawestîne di wê demê de welatê Îranê amadeye dest bi giftûgoyan li gel Emerîkayê bikin .

Di dema dawî de serokê Emerîka Donald Tramp gelek caran Îran hişyar kirbû raghandibû, ku eger Îran li dijî berjewendiyên Emerîkayê kar bike di wê demê de Îran wê rastî hêzeke mezin bê.