Rêjîma Esed di armanckirina Bakûrê Sûriyê de berdewam e

Rêjîma Esed  di armanckirina Bakûrê Sûriyê de berdewam e

PDK-S: Balafrên şerker yên rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina deverên li bakurê Sûriyê de berewamin, ku di encama wan êrîşên esmanî de hejmarek kuştî û birîndar ketin .

Çalakvanên di nava bajarê Idilbê de ragehandin, ku ji derengiya şeva bûrî ve û ta berbanga îro balafirên şerker yên rêjîmê hejmarek bajar û bajarokê li gundewarê Idilb û Hemayê bi taybetî derdora bajarokê Elbara û Kinsifira û Kefir Nubil bi tundî armanc kirin, ku di encamê de hejmarek sivîl bûne qurbanî herweha ziyanên madî jî rûdan .

Her li gorî heman jêderan, ku berbanga îro hêzên rêjîmê bi çend mûşekekî bazara gelîrî li bajarê M're Eln'man topbarankir, ku di encamê de komkujiyek hate encam dan bê ku ta niha hejmara kuştî û birîndaran were zanîn .