Waşintin: Eger heye careke din rêxistins DAIŞê vegere Sûriyê

Waşintin: Eger heye careke din rêxistins DAIŞê vegere Sûriyê

PDK-S: Şandiyê Emerîkî yê taybet ji bo Sûriyê hişdarî da ji metirsiya vegera rêxistina terorîst ya DAIŞê careke din ji bo Sûriyê.

Di gotarekê de li peymangeha Rojhelata Navîn li Waşintin Cêmis Cêfrî şandiyê Emerîkî yê taybet bo Sûriyê ragehand, ku amaje hene ku çardin rêxistina DAIŞê ya terorîst di riya şanên xwe yên razayî vegere Sûriyê.

Cêfrî tekez jî kir Emerîka li gel hevpeymanên xwe li deverê wê rêgiriyê li vegera DAIŞê bike û qet rê nade rêxistina terorîst ya DAIŞê ku careke din vegere Sûriyê.