NY: Li Idlibê xwarin jî wek çekê şer tê bikaranîn

NY: Li Idlibê xwarin jî wek çekê şer tê bikaranîn

PDK-S: Netewên Yekgirtî dibêje di şerê Idilbê de zeviyên welatiyan têne şewtandin û xwarin weku çekên şer tê bikaranîn .

Hîrfiye Fîrhosîl berdevkê pirograma xwarinê ya bi ser Netewên Yekgirtî ve ragehand, ku di encama operasyona leşkerî ya rêjîma Esed li ser deverên li bakurê Sûriyê bi sedan qurbanî ketine serbarî şewtandina zeviyên welatiyan, ku bi hezaran donim di encama wan êrîşên tûnd de şewtîne .

Herweha Fîrhosîl eşkere kir, ku niha li bajarê Idilbê xwarin jî weku çekên şer tê bikaranîn , û got jî ku her aliyek şer aliyekî din bi şewtandina wan zeviyan tometbardike , ku di encama wê yekê de bêhtirî 300 hezar sivîl ji deverê reviyane .