Rûsiya: Bi hezaran sivîl amadene ji Idlibê derkevin

Rûsiya: Bi hezaran sivîl amadene ji Idlibê derkevin

PDK-S: Serokê navenda lihevhatinê ya Rûsiya li Sûriyê liwa Vîktor Koptişînîn ragehand, ku ji ber têkçûna rewşa bajarê Idilbê û gundewarê wê, û berdewamiya êrîşên esmanî li ser bajêr nêzîkî 80 hezar kes ji bajarê Idilbê li bakurê Sûriyê amadene ji derketinê re.

Herweha Koptişînîn da xuyakirin , ku ji bo pêşwazîkirina wan derbederan li navendên vehewandina demkî hejmarek ceh li bajarê Hema , Himis û Dêrazorê hatin destnîşankirin .

Roj bi roj û rêjîma Esed û Rûsiya êrîşên xwe li ser bajarê Idilbê û gundewarê wê gurtir dike, ku di encama wan êrîşan de rojane qurbanî navbera kuştî û birîndar dikevin serbarî gihiştina ziyanên madî mezin li ser mal û milkên welatiyên wê deverê.