Rûsiya û Îran avakirina komîteya distûrî ya Sûriyê gotûbêj kirin

Rûsiya û Îran  avakirina komîteya distûrî ya Sûriyê gotûbêj kirin

PDK-S: Wezareta derve ya Rûsiya ragehand, ku cîgirê wezîrê derve yê Rûsiya û alîkarê wezîrê derve yê Îranê doseya Sûriyê bi taybetî avakirina komîteya destûra Sûriyê ya pêşerojê giftûgokirin .

Di daxuyaniyekê de wezareta derve ya Rûsiya eşkere kir, ku roja Duşemê 10. 06 . 2019, Sêrgî Fîrşînîn cîgirê wezîrê derve yê Rûsiya û Elî Asxer Hecî alîkarê wezîrê derve yê Îranê yê karûbarên siyaseta taybet dawîn pêşhateyên rewşa Sûriyê bi giştî û avakirina komîteya distûrî ya Sûriyê bi taybetî giftûgokirin .

Her li gorî heman daxuyaniyê eşkere kiriye ku di civînê herdu aliyan tekezî li ser avakirina komîteya distûra Sûriyê ya pêşerojê di zûtirîn dem de li Cênêvê kirin .