Si'ûd Mela banga vegerê li Kurdên Kurdistana Sûriyê kir

Si'ûd Mela banga vegerê li Kurdên Kurdistana Sûriyê kir

PDK-S: Sekretêrê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya banga vegerê li kurdên Rojavayê Kurdistanê kir , û tekez kir ku mijara guhartina dîmografî li Kurdistana Sûriyê wê yek ji mjarên sereke yên gotûbêjiyên civîna Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê be .

Si'ûd Mela Sekretêrê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya di lêdwaneke taybet de ragehand, ku civîna serkirdayetiya PDK-Sê ya ku di dema nihade li Hewlêrê bi rêve diçe , civîneke asayî ye .

Herweha sekirtêrê giştî yê PDK-Sê dazanîn, ku di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî wê were gotûbêjkirin , û bi taybet guhartina dîmografî ya berdewam li Rojavayê Kurdistanê .

Si'ûd Mela bang li tevaya kurdên penaberên Rojavayê Kurdistanê kir, ku vegerne ser zêdên xwe da ku rol û hebûna kurdan di Sûriya nûde bi hêz be.