Li devera Til Koçer welatiyekî Kurd canê xwe ji dest da

Li devera Til Koçer welatiyekî Kurd canê xwe ji dest da

PDK-S: Welatiyekî li Rojavayê Kurdistanê ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest da .

Çalakvanan li ser toro civakî ragehandin, ku welatiyê bi navê Mazin Elmelalî dema, ku hewl da agirê ku bi dexlûdanên wî li gundê Girê Fatê li gundewarê Til Koçer ketbû vemrîne bi agir şewtî û canê xwe ji dest da .

Beriya du rojan jî li devera Til Koçerê dema ku hejmarek welatî dixwestin agirê ku bi zeviyên wan ketbûn vemrînin 7 welatî di encama wî agirî de şewitîn û canê xwe ji dest dan û 17 kesên din bi giranî birîndarbûn .