Penabereke kurd ji Qamişlo li Nêmsayê binav bû
PDK-S: Li welatê Nêmsayê penabereke kurd ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê binav bû di encamê de jiyana xwe ji dest da û ta niha termê wê nehatiye dîtin .
Jêdereke nîzîkî malbatê ji ARKê re ragehand, ku penabera bi navê Rojîn Mehmûd roja Duşemê 17. 06. 2019, di çemeke paytexta Nêmsayê li Viyêna binav bû û jiyana xwe ji dest da .
Jêderê herweha tekez kir, ku tîmên peywendîdar li termê Rojîn digerin û ta niha nehatiye dîtin.
Rojîn Mehmûd xelka gundê Cirnikê yê Qamişlo ye temen 18 salî ye û ji beriya 3ê salan penaberî Nêmsayê bûye.