Mîrê Kuwêtê bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Barzanî re kir

Mîrê Kuwêtê bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Barzanî re kir


PDK-S: Mîrê Kuwêtê bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Barzanî re kir, û di wê pêwendiyê de hêviya serkeftin û pêşkeftinên zêdetir ji gelê Kurdistanê re xwest.

Roja Çarşema 19.6.2019 Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Ehmed Cabir El Sebah bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Mesûd Barzanî re kir.

Di wê pêwendiya telefonî de Mîrê Kuwêtê, di derbarê pêşhatên siyasî li ser asta Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da.

Herweha pêwendiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de jî, hatine rojevê, û hêviya serkeftin û pêşkeftineke zêdetir ji bo gelê Kurdistanê xwest.

Her di wê pêwendiya telefonî de Serok Barzanî spasiya Mîrê Kuwêtê kir û bixêrhatina wî kir, ku îro bi seredanekê gihiştibû Bexdayê.