ENKSê daxuyaniyek derbarê zinara Erebî belav kir

ENKSê daxuyaniyek derbarê zinara Erebî belav kir

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê îro 22/6/2019an daxuyaniyek bi boneya salvegera 45 sal li ser piroseya zinara Erebî li Rojavayê Kurdistanê belav kir û 24ê Hizêranê bi roja reş di dîroka Kurdî de binav kir .

Di daxuyaniya ENKSê de hatiye ku di 24ê Hizêrana sala 1974an de serkideyatiya Partiya Bas bi bihaneya cibicîkirina yasayên çaksaziya çandiniyê li ser xwediyê zeviyan biryara jimara 52 ji belavkirina zeviyên Kurdan yên destesekirî di salên 1965/1966/1967an derxist .

Li gor wê biryarê dest bi belavkirina zeviyên li ser sînorê Turkiyê bi kûrahiya 10-15 K.M û bi dirêjahiya 275 K.M bi bihaneya binavbûna hijmarek gund li çemê Feratê hat kirin, û ew rûbirû bi 1 milyim donim tê texmînkirin ku despêka pirojeyê bi cîbicîkirina siyaseta nijadperestî ya ku Partiya Bas ji dema hatiye ser desthelatdariyê bi inqîlabeke Leşkerî 1963an pilan danîbû hate holê .

Li gor daxuyaniyê Lêkolîna ku serokê ewlehiya siyasî Mihemed Teleb Hîlal ji rewşa siyasî û çivakî ya parêzgeha Hesekê re pêşkêş kiriye, bû lêvegerek sereke ji serkirdayetiya Partiya Bas re ji bo cîbicîkirina hemû bendên lêkolînê ku 24ê Hizêranê bû rojeke reş di dîroka Kurdî de yekser dest bi avakirina 40 navebdên niştecîbûnê kir, û ji herêmê Minbic, Tebqa malabat anîn, di her navebdekê 100 malbat hatin bicîkirin û xizmetaguzarî wek elektirîk, av, rê, û telefon ji wan re hatin pêşkêkirin, ku di heman deman de ew xizmet di gundên Kurdan de tune bûn.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bal kişandiye ser ku bi wê yekê lingê wan ereban li ser wê xakê bihêz bûn, li hember de jiyana zehmet ya çotkarên Kurd yên ku li ser mal û milkên wan hatine destesekirin, hişt ku gundên xwe bi cî bihêlin û berev bajarên mezin wek Şamê biçin, û di her rewşeke asteng de bijîn ku ew pirose tu carî ji wek wê siyaseta nijadperestî berê rastî nehatinûn û armanc jê guhertina demoxrafiya herêmê bû û beşek ji pilana xwe bi cî kir .

ENKSê dirêjahiyê bi daxuyaniya xwe aniye ku ji despêka şoreşa Sûriyê ji 2011an de hêviya xelkê bi şoreşê xort bûn da ku maf û rûmeta binpêkirî ya ku ji beriye 50 salî ji siyaste nijadperestî û desteserkirina milkên wan ji wan re vegerîne .

Ji ber ku maf tu carî bi derbasbûna salal namirin û ENKSê dê wefadar be di ber berevaniya mafên gelê Kurd de û ji her alîyekî niştîmanî û demoqratî li welêt û civaka navdewletî bixwaze ku sitemû zordariyê li kurdan nekin û dana destûrî bi hebûna gelê Kurd bikin û reşkirina hemû siyasetên awerte û pirojeyên nihadperestî wek kembera sitemkar rakin û rewşê wek berê biryarê vegerînin û zeredîtiyan qerebo bikin .

ENKSê di dawiyê de ameje kiriye ku bila ev tişt werin bicîkirin da ku bi hev re di avakirina Sûryayeke nû beşdar bibin tê de rasrî û wekhevî di siya sistemeke demoqratî piralî yekgirtî elmanî bijîn .