Erdogan: Bi avakirina navçeya aram wê hejmarek mezin ji penaberên Sûrî vegerin welatê xwe

Erdogan: Bi avakirina navçeya aram wê hejmarek mezin ji penaberên Sûrî vegerin welatê xwe

PDK-S: Serokê Tirkiyê dibêje ew di wê baweriyê deye, ku bi avakirina navçeya aram li rojhelatê çemê Feratê hejmara penaberên Sûrî yên ku vegerine welatê xwe wê bighêje Melyon kesî .

Roja Sêşemê 25.06.2019, di gotareke xwe de li pêş endamên partiya xwe Receb Teyb Erdogan serokê Tirkiyê ragehand, ku em bi hemû karînên xweve hewl didin navçeya aram li ser sînorê xwe berfereh bikin da ku ew penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin bikaribin vegerin welatê xwe .

Herweha Erdogan eşkere kir, ku ta niha 330 hezar penaberên Sûrî vegeriyane welatê xwe lê ez di wê baweriyê deme ku bi avakirina navçeya aram wê hejmara penaberan bighêje melyon kesî .