Yekîtiya Ewropa 22 meliyon Yoro ji bo penaberên R.Kurdistanê yên li H.Kurdistanê dimînin terxan kir
PDK-S: Di civîna salane de ya Yekîtiya Ewropa biryar hate dan, ku alîkariya madî ji bo penaberên ku li Herêma Kurdistanê dimînin were pêşkêşkirin .
Dilawer Ajgeyî nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropa ragehand, ku civîna Yekîtiya Ewropa taybet bû bi alîkariya mirovî bo penaber û derbderên ku li Herêma Kurdistanê dimînin.
Herweha Ajgeyî dazanîn ku biryar hate dan, ku gujmê 22melyon Yoro bo piştevanîkirin û alîkariya penaberên Sûriya û derbderên li Herêma Kurdistanê were terxankirin.