ENKSê daxuyaniyek belav kir

ENKSê daxuyaniyek belav kir


PDK-S: Duh 30 Hizêrana 2019an, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê civîna xwe ya dawiyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê belav kir, tê de hûrguliyên civînê û mijarên hatine gengeşekirin daye diyarkirin.

Li gor daxuyaniyê civîn bi xuleke bê deng li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û Sûriyê û canê Barzaniyê nemir û endamê ENKSê Seîd Naso dest pê kir . Piştre li gor xişteya kar pêşhateyên dawiyê yên rewşa siyasî li herêmê û yên girêdayî bi rewşa Sûriyê hatin behskirin.

Herwiha êş û azarên miletê Sûriyê bi giştî di dema gurbûna şerên dawiyê û mijarên derbarê sizayên Emerîkî li ser Iranê, û pêwistiya dîtina çareyekê siyasî ji Sûriyê re li gor biryara 2254 hate amejekirin .
Li ser asata Kurdî tekezî li ser despêşxeriya ku hewla dabînkirina keşûbayekê ji diyalogê navbera ENKSê û PYDê de nexasim ya Firensî hate kirin, da ku rêveberiyek hevbeş hemû alî tê de bepejrînin were damezrandin .

Daxuyaniya ENKSê de hatiye ku di civînê de tekezî li serpireştiya aliyên navdewletî ji Herêma Ewleh re da ku ezmûna Efrînê dûbare nebe hat kirin . Hewiha di civînê de germkirin û gurkirina ragihandî ji aliyê PYDê li ser Herêma Kurdistanê û îxanetkirina serkirdeyên herêmê hat şermizarkirin, ku xizmetguzarî û alikariyên Kurdistanê ji xelkê Rojavayê Kurdistnê û Sûriyê re ji bîr kirin .

Li aliyekî din ENKSê tekezî li ser ektîvkirina rola ENKSê ya siyasî û dîblomasî bi hemû aliyan re kir da ku nerîna ENKSê di Sûriya pêşeroj de, di çarçoveya Sûriyeke Demoqratî û fedralî de zelal bibe .

Derbarê êş û azarên xelkê Efrînê û binpêkirin û kiryar û guhertina demoxrafiya wê, ENKSê bang li civaka navdewletî kir ku destêwerdanê bike û çekdaran derxîne, û herêmê radestî xelkê wê bike û aramiyê dabîn bike .

Li aliyekî din civîna ENKSê li ser mijara ektîvkirna nivîsgehê xwe li ser hemû astan kir, herwiha li ser pêwîstiya ektîvkirina rola encûmenên xwecihî li Efrînê kir .

Di dawiyê de başdarbûyên di civînê li ser lidarxistina Kongira Niştîmanî Kurdî ya çaran gotûbêj kir, û desteyek serokatiyê ji bo damezrandina wê kongirê re hate destnîşankirin da ku pêşniyarên xwe pêşkêşî Emîndariya Giştî ya ENKSê bike .