NY karwaneke alîkariyên mirovî şand bajarê Idlibê

NY karwaneke alîkariyên mirovî şand  bajarê Idlibê

PDK-S: Netewên Yekgirtî karwaneke alîkariyên mirovî şand nava xaka Sûriyê .

Ajansa Anadol ya Tirkî ragehand, ku Netewên Yekgirtî karwaneke alîkariyan ku ji 21 barhilgrên mirovî pêkdihat di rêya dergehê wîlayeta Hatayî ya hevsînorî bi Sûriyê re derbasî bajarê Idilbê li bakurê Sûriyê kir .

Heman ajansê da diyarkirin, ku ew alîkariyên mirovî yên ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatiye pêşkêşkirin wê li ser xelkên pêwîstdar li bajarê Idilbê û gundewarên wê werine belavkirin .