100 Çekdarê DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê hate radestkirin

100 Çekdarê DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê hate radestkirin

PDK-S: Qaymeqamê qeza Qam ya Iraqê eşkerekir, ku aliyê Sûriyê bi dehan çekdarên DAIŞê radestî aliyê Iraqê kiriye.

Ahmed Cediyan qaymeqamê qeza Elqam ya hevsînorî bi Sûriyê re ragehand, ku aliyê Sûriyê 100 çekdarê DAIŞê radestî operasyona cezîrê ya Iraqê kiriye , û tevaya çekdarên DAIŞê yên hatine radestkirin bi regez Iraqîne .

Herweha Cediyan dazanîn, ku ew çekdarên hatine radestkirin bo bingeha Ên Elesed li nahiya Elbexdadî hatine veguhastin , piştre wê bo Bexdadê werine veguhastin da ku lêkolîn li gel wan were kirin .