PDK-Sê xwendekarên R.Kurdistanê xelat kirin

PDK-Sê xwendekarên R.Kurdistanê xelat kirin

PDK-S: Rêxstina Domîz ya Partiya Demkrata kurdistan surya ahengek ji bo xelatkirina xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên yekem li ser astên dibistan û kolêjên zanînegehên Herêma Kurdistanê derçûne lidarxist .

Aheng bi amedbebûna Mihemd Emîn Ebas endamê komîta Navendî ya PDK-Sê, û endamê Herêmî û Şaxî ya Partî û kesûkarên xwendekaran û hijmarek ji xelkê kampê birêve çû .

Di ahengê de sê xwendkarên yekem li ser dibistanên kampa Domîz hatin xelatkirin herweha derçuwên zanîgehên Herêma kurdistanê, ku hijmara wan 30 xwendkar bûn hatin xelatkrin .

Di ahengê de gotar ji aliyê Mihemd Emîn Ebas endamê komîta navendî, û hin xwendkar ve hatin pêşkêşkirin piştre hin sitran û dîlan hatin gerandin û xwendekar hatin xelatkirin.