PDK-Sê: PYDê ji bo nêzîkbûnê necidî ye

PDK-Sê: PYDê ji bo nêzîkbûnê necidî ye

PDK-S: Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê got, ku ew û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê dixwazin hevpariyeke rasteqîne li gel Partiya Yekîtiya Dîmkratîk PYDê re encam bidin lê ew tu cidiyetê li cem PYDê nabînin.

Di raporta xwe ya meha Hezîranê de polîtbîroya Partî dibêje hîn hewl ji bo bicîkirina corek ji corên nêzîkbûnê navbera ENKSê û PYDê de bi rêya destpêşxeriya Ferensî û hewlên Emrîkî berdewamin, û di vê derbarê de PDK-Sê û ENKSê dixwazin hevpariyeke rasteqîne were encamdan, ew yek jî bi rêya peydakirna atmosfêrên pêwîst ji bo danûstandinê bi şêweyekî cidî û kara.

Polîtbîroya PDK-Sê herweha dibêje PYDê bi rêya kiryarên xwe berovajiyê wê yekê derdikeve, ew yek jî tê wateya ku PYDê necdî ye yan jî biryar ne di destê wê deye, û tenê dixwaze biryar û helwesta encûmenê desteser bike, û ew yek jî bi her şêweyî nayê qebûlkirin.