Girûpeke çekdar armanckirina Elî Keyalî li xwe girt

Girûpeke çekdar armanckirina Elî Keyalî li xwe girt

PDK-S: Girûpek çekdar armanckirina pêkînerê komkujiya Banyas Elî Keyalî, ku bi M'rac Awral tê naskirin li xwe girt .

Mihena Cefale fermandeyê çekdarên Ebû Emare di lêdwaneke taybet ji kenaleke opozisyona Sûriyê re ragehand, ku sê ji çekdarên wan karîbûn M'rac Awral di rêya teqîna bombeyek bomberêjkirî li ser rêya Silinfe yê derdora Lazqiyê armanc bikin .

Ji aliyê xwe ve çalakvanan armanckirina Elî Kayalî wek şano ji aliyê rêjîma Esed û Rûsiya ve binav kir û gotin da ku Rûsiya ji fişarên Tirkiyê ji daxwazkirina Elî Keyalî xalê bibe ji ber ku Tirkiyê herdem daxwza radestkirina Elî Keyalî ji Rûsiya dike.