Li Reqayê gorek bikom hate dîtin
PDK-S: Li bakurê rojavayê bajarê Reqayê gorek bikom hate dîtin .
Jêderên xwecehî jinava bajarê Reqayê eşkere kirin, ku roja Duşemê 08. 07. 2019, li goristana Misker Eltla li bakurê Reqayê gorek bikom hate dîtin û têde termê 9 sivîlan lixwe digirt .
Her li gorî heman jêderan dane xuyakirin , ku ew termên ku hatine dîtin li goristana Til Elbî'e li rojavayê bajêr hatin veşartin .
Ji dema ku bajarê Reqayê hatiye rizgarkirin û ta niha nêzîkî 10 gorên bikom hatine dîtin, ku termê bihtirî hezar sivîlî ku dinav wande termên jin û zarokan jî dinava wande hene .