Ferensa û Berîtaniya wê Hêzên xwe li R.Kurdistanê bêtir bike
PDK-S:Li ser daxwaza Amerîka du welat wê hêzên bihtir bişîne Rojavayê Kurdistanê , û govareke Amerîkî vê pêngavê bi serkeftin ji bo îdareya bi nav dikin .
Rojnameya Gardiyan ya Berîtanî li ser zarê jêderekê belavkir, ku Ferensa û Berîtaniya bi niyazin jimareya hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê bi rêjeya 10 heta 15 li ser sedê wê bihtir bikin .
Û ji aliyê xweve govara Foryên Polîsî ya Aemrîkî zêdekirina hêzan ji aliyê Berîtaniya û Ferensa ve bi pêngaveke erînî ji bo îdareya Donald Tramp serokê Amerîka binavkir .
Her di vê derbarê de Amerîka daxwaz ji Almaniya jî kirbû, ku hêzên xwe bişîne Rojavayê Kurdistanê lê Elmaniya daxwaza Amerîka redkir .