Serok Barzanî pîrozbahî li serokwezîr û kabîneya nû dike
PDK-S: Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de pîrozbahiyê li Serokwezîrê Nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kabîneya nû dike û dibêje, bi hemû hêza xwe ewê piştgiriya bidestxistina berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê bike.
Serok Barzanî di twîttekê de dibêje: “Pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî û kabîneya wî dikim ku îro ji Parlamentoya Kurdistanê bawerî wergirtin û ji serokwezîrê nû re hêviya serkeftinê dikim.”
Serok Barzanî herwiha dibêje: “Bi hemû şiyana xwe dê piştgirî li bidestxistina berjewedniyên xelkê Herêma Kurdistanê bikim.”