Serokê Herêma Kurdistanê teqînên teroristiyên Kurdistana Sûriyê şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistanê teqînên teroristiyên Kurdistana Sûriyê şermezar kir

PDK-S: Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyamek da teqînên îro ya Kurdistana Sûriyê şermezar kir, ku eve jî naveroka wê ye:

Bi tundî wan kirdarên terorîstî şermezar dikin ku îro li her sê bajarên Qamîşlo, Efrîn û Hesekê ya li Kurdistana Sûriye kir armanc û di encamê da zêdetirê panzdeh kes canê xwe ji dest dan û nêzîkî heftih kes jî birîndar bûn.

Pirse û serxweşiyê li malbat û kesukarên qurbaniyan dikîn hevsoz û hevxema wanîn, hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwazîn.

Ew kirdarên teroristî wê rastiye eşkere dikin ku teror hê jî metirsiyekî rastîne û gefê li aramiya navçeyê û cîhanê dixwe, rûbirûbûna wê metirsiyê jî pêwîstî bi hemahengî û karê hemû aliyên navçeyî û navdewletî heye.



Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11/07/2019