Jinên Kurdistana Sûriyê xuleke tunekirina nezaniyê vekir

Jinên Kurdistana Sûriyê xuleke tunekirina nezaniyê vekir

PDK-S: Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriya xuleke tunekirina nezaniyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kuristanê vekir têde hijmarek jin beşdra kirine .

Li gor rûpela fermî ya Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriya li ser torên civakî belav kiriye, ku Roja Çarşemê 10. 07.2019, Yekem roj ji xula tunekirina nezaniyê despêkiriye.

Xula ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriya ve hatiye vekirin di warê bihêzkirina nivîsandin , xwendin , tîpan û rêzmanên zimanê Erebî ne.

Di yekem roja xulê de mamosteya pêşkêşkar S'diye Ibrahîm weku pênasînekê navbera jinên beşdar de pêkanî û bi kurtayî behsa xulê û çawaniya birêve çûna wê kir.